نقدم لاخوتنا بعض الامثال الكردية
لعلنا نستطيع احصاء اكبر قدر منها هنا
و بهذه الطريقة نحتفظ بما قالوه قدماءنا
من الكورد
تابعوا معي
Rêka çewt ji gayê pire
Tiştê çû nede dû
çavê li derya xweli li serya
Ji xelkê re jire û ji xwere kwire
Li gor salê tê fesalê
Ne her kesê bê ez û ez û ne çola bê rez
Xweli li wi serî yê go sed serî jê ne qeherî
aqil taca zêrîne di serê her kesî de nîne
aqilê sivik barê girane
pipirs ji kalê zemana û ji xortê geryayî
nan û dew taştêya derew
Xortê fedyok bi kundekî û keça fedyok bi gundekî
Her sal bi sale m dibên xweskâ bi par
Li gor salê tê fesalê
Mala têr jîn xerabû ji bin .
çav reş û çav belek şîv û taştê kire yek
Go ga dikeve kêr lê pir dibin
Şêr şêre çi jine çi mire
Mirîşka ji derve bera mirîşka ji hûndir da
Ew bûne xwed yê male û em bûn dizê şecalê
Li qetki digerya û werisek bi dest ket
ê neke bi â mezina jêre çêdibin qûloçê bizina
Mihvanê vala ne bi ahla û ne bi sahla
dê u dunda serkir bê aqila yeqinkir
devê wî ne giha tirî go tirşe
nîvê mezela ji nezera
agir bi mala bavêmin ket û gurî bû malxwê
ê pivaza ne xwe bêhn ji devêwî na yê
kes bi şiretâ çê na be
serê ne êsê paca lê ne gerin
Kes ji xezalê bezatir tine , lê ji rizqêxwe pêve naxwe
Gîya yê hewşê tahle
heger egelê bizinê tê nanê şivan dixwe.
miri$ka Bê bext hêka ji cîrana re dike
milete be ziman wek mirovek be Dile
nû hatin, kevin helatin
ji xelkê re pirbêjo, û ji xwe re ker û gêjo
xeberê êvara kevin qulê dîwara
ku tu diz be, şev reş pirin