Zimanê me .. zimanê kurdî
Em çima li ser zimanê xwe naxebitin ?
Em çima zû zû bi zimanê dagîrkeran dinivîsin?
dîsan jî dereng nîne li zimanê xwe xwedî derkevin.
Zimanê Kurdî jî yek ji zimanên herî dewlemend di gerdûnê da ye.Yek ji
sebebên ku dewletên dagîrker nahêlin zimanê me bi awayekî fermî bê
xwendin ev e ku ewan hay ji vê rastîyê heye û zimanên xwe hember yê me
biçûktir dibînin, hewl didin rîya peşketina kurdî bigirin.
Govara firensî ya Le Français Dans Le Monde (hejmara 355, janv. fev
.sala 2008), di nivîsarekê da lêkolînek li ser derecebendîya 88 zimanên
her girîng yê gerdûnê weşandîye ku zimanê kurdî jî di nav wan da cih
girtîye.
Lê xala balkêş ev e ku zimanên tirkî, farisî u erebî heya niha bi salan
bi çalakîyên fermî yên dewletên xwe gihîştine vê radeyê û kurdî jî bi
belengazî û tenê bûnê li hember wan sekinîye.
Yanê akî (eger ) ew xebatên bo van zimanan hatîye kirin bo kurdî
bihata kirin, zimanê me yê di radeyeka herî bilindtir da bisekinîya.
Dîsan jî kurdî ji wan xurttir maye
Ji ber vê yekê hevalno divê em li ser zimanê xwe bisekinin
Divê em lê bêhtir xwedî derkevin… zimanê me hebûna me ye